Di bernameya Festîvala 8an a Belgefîlman a FîlmAmedê de îro bernameyek pêk hat ku belgefîlmçêker, derhêner û kesên bi belgefîlman re eleqedar dibin, derbarê sinemaya kurdî de nîqaş kirin.
Bername li Salona Şanoya Bajêr a Amedê pêk hat û derhêner û fîlmçêkerên beşdarî FîlmAmedê bûn, lê hazir bûn.
Di festivalê de 31 fîlm hatin nişandan ku derhênerên beşeke mezin ji van fîlman kurd bûn.
Beşeke mezin ji van fîlman derbarê rewşa kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê de bûn.
Derhênerên mîna Sarkew Mesgarî, Xelîl Sehragerd, Nevine Gerits, Dilan Engin, Tariq Tofiq Qadir, Somnur Vardar, Rebwar Mahmudpur, Ekrem Heydo, Perwîz Rostemî, Mervan Serhat Sarışın, Metin Ewk, Hebûn Polat beşdarî civatê bûn. Her weha ji Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn jî komek xebatkar lê amade bûn.
Derhêneran ji bilî nîşandana fîlmên xwe bi vê bernameya navborî derfet dîtin ku hev nas bikin, behsa pirsgirêk û arîşeyên sinemaya kurdî û bi taybet jî belgefîlmên kurdî bikin û li rêyên çareseriyê bigerin.
Navê bernameyê “Astengeyên li hember çêkirina belgefîlman bû.”
Beşdaran çendîn mijar nîqaş kirin û hewl dan ku derbarê sinemaya belgefîlman a kurdî de danûstandinan bikin.
Hin tiştên hevpar hebûn ku beşdaran behsa wan kirin, hin tişt jî bi tenê ji bo parçeyekî ye.
Mijarên ku gelek kesan anî ziman, pirsgirêkên belavkirin û cihên nîşandana fîlmên kurdî bûn. Beşeke beşdaran diyar kir ku festîvalên bi nav û deng, fîlmên kurdî qebûl nakin û ji xwe ev mijar jî ne di rojeva sînemagerên kurd de ye.
Nebûna saziyên kurdî yên ku perwerdeya sînemayê bi rêk û pêk bidin û pê re girêdayî çendîn pirsgirêkên din di rojeva beşdaran de bûn.
Sînemagerên ku ji Rojhilatê beşdar bûbûn, behsa pirsgirêkên ku derdikevin pêşberî wan kirin. Van sînemageran destnîşan kir ku ew bi hêsanî nikarin mijaran hilbijêrin û sansureke mezin li ser sînemayê heye.
Dîsa di dema çêkirina fîlman de pirsgirêkên darayî jî yek ji wan mijaran bû ku sînamegeran gelek caran anî ziman.
Hin beşdaran daxwaz kir ku akademiyeke sînemaya kurdî ava bibe û derhêner, fîlmçêker, produktor, kameraman, kesên bi karen montajê re eleqedar di vir de cih bigirin û bikaribin alîkarî û piştgiriya hev bikin.
Her weha pêşniyareke din hebû ku meclîsek were avakirin û di vê meclîsê de kêşe û arîşeyên sînemageran bên nîqaşkirin û sînemager bikaribin alîgiriya hev bikin.
Yek ji pêşniyaran jî avakirina platformeke dijital bû ku di wir de sînemager bikaribin berhemên xwe tê de nişan bidin, perwerdeyên derbarê sînemayê de bên dayîn.
Di dawiya bernameyê de sînemageran bi taybet di wî warî de li hev kir ku peywendiya di navbera wan de berdewam be û bikaribin bi hev re karan bikin.
Sibê jî wê civîna bi navê “Mafê Temsîla bi Rûmet, Di Belgefîlman de Neafirandina Tundî û Travmayan” li Salona Şanoya Bajêr a Amedê saet di 11.00ê de pêk bê û sînemagerên kurd wê derbarê vê mijarê de danûstandinan bikin. (FD)