Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şîmon Peresê ku serokwezîrê berê û serokkomarê 9. yê Îsraîlê bû, li Tel Avîvê di 93 salîyê de mir.
Peres li salên 2007-2014ê serokkomarê Îsraîlê bû. Ew di 13ê Îlonê de goc(felç) bûbû.
Malpera Serokatiya Îsraîlê ragihand ku Peres şeva dî miriye.
Şîmon Peres
Ew di sala 1923yê de hatiye dinyayê. Wî 66 salan sîyaset kiriye. Wî di sala 1994ê Hevpeymana Osloyê îmze kiriye, ji ber wê yekê wî digel serokwezîrê Îsraîlê Îzak Rabîn û serokê Filistînê Yaser Arafatî Xelata Nobelî standiye.
Ew 48 caran bûye parlamenter û 12 caran bûye endamê Dîwana Wezîran.(AS/MB)