Sîmir Rûdanî strana xwe ya nû bi navê “Hê jî digerim” weşand. Rûdanî herî dawî çar sal berê albûmek weşandibû.
Sîmir Rûdanî gotin ji strana “Hê jî diğerim” re nivîsandine, muzîk jê re çêkiriye û aranjeya wê kiriye.
Rûdanî ji bo stranê video klîpek jî amade kiriye û li ser hesabê xwe yê Youtube weşandiye ku ev klîp bi bernameyeke hişê çêkirî hatiye amadekirin. Can Yeşîloglûyî derhêneriya klîpê kiriye.
Cem Akselî di stranê de ji bo Rûdanî li daholê, Cemal Alî Bağlanî li bassê, Îlkay Ozboyarî jî li klavyeyê xistiye. Hakan Kûrşûnî mîks û mastera stranê çêkiriye.
Sîmîr Rûdanî strana xwe li ser mijara koçberiya kesane ango ya şexsî çêkiriye û çav li rê ye di çend mehên pêş de straneke din a bi heman mijarê ve girêdayî biweşîne. Navê wê stranê jî wê “Yekî gotibû” be.
Derbarê Sîmîr Rûdanî de
Muzîkjenî di sala 2013an de albûma xwe ya yekem bi navê “Bi Çîrokî” derxistiye Ew, di sala 2015an de bi strana “Berfîn” beşdarî albûma “Peşk”ê bûye ku gotinên stranên vê albûmê ji ber helbestên helbestvan Bro Omerî hatibûn girtin. Albûma Sîmir Rûdan a duyemîn bi navê “Kevî”yê di sala 2019an de hatibû weşandin.