Hunermend Sîmir Rûdanê ku demeke berê albûma xwe ya nû belav kiribû, ji bo danasîna albûmê wê konserekê li dar bixe. Konsera albûma bi navê “Kevî” wê 29ê Sibatê roja şemiyê li Mask Livê ya li Beyoglûyê pêk were.
Konser wê saet di 21.30 deqîqeyan de dest pê bike û Sîmir Rûdan wê ew stranên ku di albûmê de bi cih kiriye, bistirê.
Bixwîne - Albûma "Kevî"yê ya Sîmir Rûdanî derketiye
Derbarê “Kevî”yê de
Kevî ji 10 stranên kurdî pêk tê. Gotin, beste û aranjeyên hemû stranan yên Sîmir Rûdanî ne.
Cureyên wek,rock, alternatîf û akûstîkê tehma xwe dane albûmê. Loma em nikarin sounda “Kevî”yê tenê bi yek cureyê mûzîkê ve girêbidin û wê kategorîze bikin.
Sîmir Rûdan di Kevîyê de gotinên xwe bi awayekî felsefî û derûnnasî li ser mûzîka xwe neqş kiriye.
Strana ewil “Aliyê Din” bi pirsekê dest pê dike. Di Dîstopyayê de rexne û hişyarî hene. Tê de tê îddîakirin ku wiha dewam bike rojên nebaştir li pêşiya me ne. Sîmir bi strana “Jirmam Leylê”, ji cîrana xwe ya Cizîrî re şîn girtiye. Wî jinmam (jinap) Leylê wek xaltîkekê an jî jinapekê didît û jê hez dikir. Loma jê re digot Jinmam Leylê. Cîrana Leylê bi nexweşiyan çû.
Sîmir Rûdan ji “Kevî”ya xwe li evîn û evindariyê nenêribûya çênedibû. Gulhavîn li ser evîneke havînî ye. (FD)