Sêyem gera hevbeş a hêzên leşkerî ên tirk û rûsan di navbera Qamişlo û Dêrikê de pêk hatiye.
Gera hevbeş di encama rêkeftina Soçiyê de pêk tê ku di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê de hatibû îmzekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê aşkere kiriye ku îro gera sêyem a hevbeş a hêzên tirkan û rûsan li çend deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye.
Wezaretê diyar kiriye ku gera sêyem di navbera Qamişlo û Dêrikê pêk hatiye.
Niştecihan xwenîşandarek li dar xistiye
Li gorî nûçeya Rûdawê li Rojavayê û li cihê destpêkirina gera hevbeş a tirk û rûsan, xelkê navçeyê derbasbûna hêzên Tirkiyê ji bo nav axa Rojava protesto kirine û li dijî hêzên Tirkiyê xwepêşandan pêk anîne. Her weha hewl dane ku rê li ber gera hêzên tirk û rûsan bigirin.
Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, di dema xwepêşandanan de hatiye îdiakirin ku li Dêrikê hêzên leşkerî yên tirkan bi gazê êrîşî xwenîşanderan kiriye û hin kes birindar bûne.
Çi bûbû?
Roja 31ê Cotmehê yekemîn gera hevbeş di navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê de li rojhilatê Serê Kaniyê heta Dirbêsiyê dest pê kir. Di wê gera hevbeş de, hêzên herdu welatan li gundê Şêrikê dest bi gera xwe kirin û di gundên Ala Qusî, Gir Hesena, Mehete, Tel Xatûn, Mela Ebas, Mehrekan, Tel Cîhanû Girkê Zêra re derbas bûn û li gundê Qere Hesen jî dawî li gerê hat.
Herwiha roja 5ê Mijdara 2019an jî duyemîn gera hevbeş a Rûsî-Tirkî li sînorê Kobanî hat destpêkirin. Ew gera hevbeş jî bi beşdariya 8 wesayitên zirhî yên Tirkiyê û Rûsyayê bi dirêjiya 87 km û bi kûrahiya 10 km di navbera Kobanî û Girê Spî de hat encamdan û bo dema 4 demjimêran dom kiribû.
Gerên hevbeş ên navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina 10 alî ya Soçî de ye, li Moskow û Enqerê li ser wê li hev kirine. (FD)
* Çavkanî: AA, Rûdaw
Fotograf: AA