Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mûrat Îde, şêwirmendê çapemeniyê yê Meral Akşener, Seroka Giştî a İYİ partiyê û nivîskarê Yenîçagê ji ber nivîsekî xwe ya sala 2015an hatiye desteserkirin.
Mûrat İde ji bo bernameyekî İYİ partiyê çûye Gîresûnê û li otela ku lê dimîne hatiye desteserkirin. İdeyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û diyar kiriye ku ji ber nivîsa wî di sala 2018an de doz lê hatiye vekirin.
İdeyî di daxuyaniyê de bertek nîşan daye û destnîşan kiriye ku cîh û warê wî diyare, di rojname û televîzyonan de li ber çav im û weha gotiye, “Ez ji bo bernameya Seroka Giştî hatim Gîresûnê û li Otêlê hatim desteserkirin. Rastî jî şerm e.”
Mûrat İde di daxuyaniyê de weha gotiye, “Nivîsekî sala 2015an. Di 2018an de doz vebûye. Û ez ji bo bernameya Seroka Giştî hatim Gîresûnê, li Otêlê hatim desteserkirin. Cîh diyare û war diyare, hûn di rojname û televîzyonan de li ber çav in lê li we digerin..Bila be! Polîs jî ê me ye dozger jî :) Lê rastî jî şerm e.”(HA/AY/FD)