Şewata li daristanê Kemerê didome
Şewata ku bi daristanê Kemera Antalyayê ketibû didome. Xebatên midaxeleyê ji hewa û bejahîyê dewam dike.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebatên kontrolkirina şewata ku duh di saet 21.08an de li qada daristanê ya Taxa Goynûk Degirmendere ya navçeya Kemera Antalyayê derketibû, dewam dike.
Ji ber şewatê çûnûhatina li herêma zihmet bûye. Heta saetên sibê jî ji bejahiyê û ji hewa bi helîkopterên şevê mudaxele li şewatê hatiye kirin. Ji saetên serê sibê ve gelek helîkopter û balafiran dest bi mudaxeleya şewatê kirine.
Helîkopterên ku li herêmê dixebitin ji bo vemirandina agir, avê ji deryayê dikşîne. Ji bejahiyê ve jî bi alavên giran, wesayîtên agirkuj û xebatkarên daristanê midaxele didome.(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.