Şevîn Alaca ji ber “hevşaraderiyê” hatiye girtin
Şevîn Alaca, Hevşaredara Qersê û Cengîz Anli, Hevserokê HDPya Qersê jî tê de 4 kes hatine girtin.

Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şevîn Alaca, Hevşaredara Qersê, ji ber ku di yasayan de hevşaredarî nîne hatiye girtin. Her weha Cengîz Anli, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Qersê jî tê de 3 kesên din jî li gel Alacayê hatine girtin.
Muazzez Çagritekinci, Şevin Alaca, Cengiz Anli, Mustafa Yardimcier û Şengul Erkmenên ku di 1ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn desteserkirin, îro birine edliyeyê.
Piştî îfade dane dozgeriyê, Çagritekinci serbest bûye. Dozgerî daxwaza Alaca, Anli, Yardimcier û Erkmenî kiriye.
Dadgehê jî li gorî vê daxwazê tevgeriyaye û Alaca, Anli, Yardimcier û Erken girtiye. Dadgehê Alaca bi sedema “hevşaredariyê” û kampanyaya malbata xwişk/bira girtiye. (RT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.