Fotograf: Barış Oral / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
CHP, IYI Parti, Partiya Saadetê, Demokrat Parti, Partiya Siberojê û DEVAyê piştî hevdîtinên xwe yên li Parlamentoyê, ‘Peymana Sîstema Parlamenteriya Xurtkirî’ ya hevbeş aşkere kiriye.
Serokên Giştî yên her şeş partiyan, Kemal Kılıçdaroğlu, Ali Babacan, Gültekin Uysal, Ahmet Davutoğlu, Meral Akşener û Temel Karamollaoğlu li Bilkent Otelê ya Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û peymana hevbeş aşkere kiriye.
Nûnerên nêzîkî 700 rêxistinên civaka sivîl, baro û sendîkayan û akademîsyen beşdarî civînê bûne.
Civîn di bin navê “Tirkiyeya Siberojê” pêk hatiye û di ekrana mezin a salonê de logoyên her şeş partiyan hatiye nîşandan. Di civînê de alîkarên serokên giştî yên partiyan metna hevbeş xwendiye.
Xalên ku her şeş partiyan li hev kirine, ev in:
- Benda hilbijartinê wê bibe ji sedî 3.
- Di hilbijartinên parlamenteriyê de partiyên ji sedî 1 dengan bidest bixin, wê alîkariya xezîneyê ji bo wan hebe.
- Di mijara azadî û mafên bingehîn de wê destûr nebe ji bo biryarnameyan.
- Wê erka vetokirinê ya Serokomariyê ji holê rabe.
- Di lêpirsînên Meclîsê de hejmara ji bo biryardayînê were kêmkirin.
- Serokomar wê 7 salan li ser kar be.
- Serokomar û Desteya Wezîran wê bi tena serê xwe nikaribin Rewşa Awarte ragihînin.
- Erk, wezîfe û rengê karkirina dadweriyên aştî û cezayan wê ji nû ve werin sazkirin.
- Ji bo biryarên Dadgeha Destûrî û DMMEyê demildest pêk werin wê guhertin bên kirin.
- Lijneya Dadwer û Dozgeran wê were rakirin. Du lijneyên cida wê werin sazkirin.
- Sîstema pir-baroyan wê bidawî bibe.
- Kêmanî ji 4an 3yê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn hiqûqnas bin.
- Erka Dadgeha Kontrolkirina Darayiya Dezgehên Dewletê wê di Destûra Bingehîn de weke dadgeha bilind were nivîsandin.
- TRT û Ajansa Anadolûyê li gorî rêgeza serxwebûn û bêalîtiyê wê ji nû ve werin sazkirin.
- Ji bo di medyayê de sîstema kartelan çêdebe wê tedbîrên qanûnî weren wergirtin.
- RTUK wê ji hêla yasayî ve were sazkirin. Parlamento wê endamên wê hilbijêrin.
- Saziya Îhaleçêker a Dewletê wê ji nû ve were sazkirin.
- Behra dahata bacan a rêveberiyên herêmî ya ji bûdceya giştî tê dayîn, wê were zêdekirin.
- Rêgeza ku yê/a bi hilbijartinê hatiye ser wezîfê, divê bi hilbijartinê dest ji wezîfeyê berde, wê were misogerkirin. Sîstema kayûman wê bidawî bibe.
- YOK wê were rakirin.
- Dersdarên zanîngehan wê bi xwe rektorên xwe hilbijêrin.
- Yasaya Etîka Siyasî wê were amadekirin.
- Ji bo nûnertiya ji 6 milyonan zêdetir welatiyên li derveyî Tirkiyeyê dijîn, li Parlamentoyê hebe, wê çarçoveya hilbijartinê were danîn.
- Partiyên siyasî û namzet neçar in ku alîkariyên darayî aşkere bikin.
- Wê erka kontrolkirinê ya Parlamentoyê xurtir bike.
- Zor û zextên l iser azadiya xweîfadekirinê, civîn, meşên xwenîşandanê û birêxistinkirinê wê bidawî bibin.
- Sazkirina wekheviya jin û mêran û parastina wê, dê bibe polîtîkaya dewletê.
- Mafê perwerdeyê yê zarokên keç wê were misoferkirin.
- Rêzikname û qanûnên dibin sedema cezakirina rojnamegeran wê li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji nû ve werin sazkirin.
- Wê "Dadgehên Xwezayê" werin avakirin ku dadwerên di mijara xwezayê de pispor in wê li vir kar bikin.
- Sîstema mulakatê û ya kayûman wê were bidawîkirin. Ji bo kesek bikaribe di saziyên dewletê de kar bike wê li encamên ezmûnên nivîskî were nerîn.
|
(HA/FD)