Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz ya Kurdî bi dersa weneyên nûçeyan ên mafparêz dewam kir. Rojnameger û wênegirê Reutersê Sertaç Kayarî ew ders da ku behsa girîngiya wêneyan di nûçegîhaniya mafparêz de kir.
Atolye BIA Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz ya Kurdî bi hevkariya Botan Internationalê bi rê ve dibe. Rojnameger Murat Bayram û edîtorê bianet kurdiyê Ferid Demirel moderatorên kargehê ne.
Kayar: Wêne belge û arşîv in
Sertaç Kayarî di kargehê de behsa wêneyên nûçeyan kir ku bê ka pêvajoyeke çawa ji bo kişandina wêneyên nûçeyan pêwîst e. Kayarî di axavtina xwe de li bersiva vê pirsê geriya ku “di dema mafparêziyê de wêne çawa tên girtin û çawa tên bikaranîn?” û qonaxên vê pêvajoyê diyar kir.
Kayarî derbarê vê mijarê de wiha got: “Di serî de divê hemû mafên jiyanê bizanibin û di dema girtina wêneyan de van hemû xalan li ber çavan bigirin.”
Sertaç Kayarî wêneyên nûçeyan “ji bo siberojê weke arşîvek” penase kir û wiha pê de çû:
“Di nava jiyanê de hin tişt ji bo me pir normal bûne. Tundiya li ser jinan, li kolanên ku xizan tê de dijîn, hewldanên li ser wan û gelek tiştên din ji bo me asayî bûne.
“Di wênegiriyê de divê ev van hemû tiştan weke ku nû bin, bihesibînin û wiha nêzîk bibin.”
Rojnameger Sertaç Kayarî di mijara wêneyan de behsa girîngiya çîrokên mirovan kir û destnîşan kir ku divê ew çîrok bi kompozisyonekê were temamkirin.
Kayarî di berdewama dersê de wêneyên xwe yên ji bo nûçeyan girtiye nîşan da û ew bi nêrîna nûçegîhaniya mafparêz nirxand.
Beriya vê dersê sê dersên din hatin dayîn
Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz ya Kurdî di 20ê Sibatê de bi dersa nûçegîhaniya mafparêz ya Ferid Demirelî dest pê kiribû. Demîrelî behsa wî tiştî kiribû ku bê ka li bianetê û li bianet kurdiyê nûçegîhaniya mafparêz çawa tê kirin. Di heman rojê de rojnameger Safiye Alagaş, Midûra Nûçeyan a JinNewsê behsa nûçegîhaniya jinparêz û tecrubeya JinNewsê kiribû.
Di 21ê Sibatê de rojnameger Mûrat Bayramî jî behsa nûçeyên çîrokên derbarê jiyana mirovan de kiribû. (FD)