Serşêwirmendê serokkomarî: Em ê rêya standina destûra çekkirînê xweş bikin
Serşêwirmendê serokkomarî, Şeref Malkoçî diyar kir ku ew ê rêya standina destûra çekkirînê xweş bikin. Malkoçî da zanîn ‘’kuştin bi çekên bêdestûr tên kirin.’’
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serşêwirmendê serokkomarî, Şeref Malkoç ji TRTyê re axivî. Wî diyar kir ku ew ê rêya standina destûra çekkirînê xweş bikin.
Beşên ji axiftina Malkoçî ev in:
‘’Ji bo standina destûra kirîna çekan niho asteng têne danîn. Wezîrê me yê karên navxweyî dê daxwaza guhertina qanûnê bike. Rêya standina destûra çekkirînê xweş bibe.‘’
‘’Li tirkiyeyê gelek bûyer çêdibin. Lê binêrin bi çekên bêdestûr dibin. Ji bo xelk bikarin li hemberê derbekeran xwe biparêzin divê mafê wan ê standina çekan bê parastin.’’
(ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.