Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Theresa May, Serokwezîra Ingilîstanê û Seroka Giştî ya Partiya Mihafezekar, li Kolana Downingê, li ber avahiya Serokwezaretê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Mayê aşkere kiriye ku wê dest ji serokatiya Partiya Mihafezekar berdaye.
Mayê gotiye ku heta Serokwezîrê nû bê hilbijartin ew ê vê wezîfeyê berdewam bike û gotiye ku serokwezaretî û serokatiya partiyê “di jiyana wê de wezîfeya herî bi rûmet e”.
Mayê di axavtina xwe de wiha axivî ye: “Ez wezîfeya xizmetkirina vî welatê ku ez evîndarê wê me, ne di nava dijminahiyê de lê bi minetdariyeke mezin bi dawî dikim. Ez duyem jin bûm ku serokwezîrtiya welêt kiriye, ez dizanim ku ez ê nebim ya dawî”. May piştî axavtina xwe bi girî çûye nava avahiya Serokwezîrtiyê.
Margaret Thatcher, yekem serokwezîra Ingilîstanê di navbera 1979-1990î de li ser wezîfeyê bû. (PT/FD)