Serokomarê Iraqê Salih destnîşan kir wê ji bona avakirina hikûmetê Esad Îdanî wezîfedar neke û heger zext dewam bikin amade ye ku îstifa bike.
Li gor nûçeyeka Rûdawê, Serokomarê Iraqê Berhem Salihî di nameya xwe de gotiye:
"Daxwaza lêborînê dikim, ez nikarim Eshed Îdanî bo rapispêrim bo postê serokwezîriya Iraqê û amade me destjikarberdana xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê bikim.
Li gor malpera Kurdistan 24ê serokkomarî gotiye:
"Ti xêr di postekê de nîne ku mifa ya gel têde nebe. Lew amadeyîya xwe ji bo destjikarkişandinê didanim pêşîya Civata Nûneran û li jêr ronahîya berpirsyartîya wan wek nûnerên gelî, bila biryarê bidin, ka çi bi guncayî dibînin."
Li gor PUK Mediayê Berhem Salihî diyar kiriye ku Qanûna Binghîn destûrê nade wî ku berbijarê serokwezîrîyê qebûl neke. Ji ber wê ew amade ye dest ji karê xwe berde.
(MB)
*Çavkanî: AA, Rûdaw, Kurdistan 24, PUK Media, Wêne: AA