Serokomarê Almanyayê di axavtina xwe ya pêşî ya Meclîsê de bang li Erdogan kir
Serokomarê nû yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier ji ber şibandina Naziyan bang li Erdogan kir û got, “Rojnameger Deniz Yucel berdin”.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomarê nû yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier piştî ku hat hilbijartin weke serokomar cara pêşî di Meclîsa Almanya ya Federal de axivî û bang li Tirkiyê kir.
Steinmeier di axavtina xwe de got ku “Rojnameger Deniz Yucel berdin” û ji ber şibandina Naziyan Serokomarê Tirkiyê Erdogan şermezar kir.
Steinmeier ji bo Erdogan got “Dest ji wan gotinên şibandina Naziyan berdin, têkiliyê bi wan kesên ku dixwazin hevkariyê bi Tirkiyê re bikin nebirin” û ji Erdogan xwest ku “Rêzê li dewleta hiqûqê û azadiya medya û rojnamegeriyê nîşan bide.”
(ÇT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.