* Fotograf: Murat Kula - Ankara/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê daxuyanî daye.
Erdoganî weha gotiye, di civîna kabîneyê de wan şewba Covîd-19ê û gavên ku ji bo rewş asayîbe hatine avêtin, nirxandiye. Her weha Erdoganî destnîşan kiriye, Tirkiye di pêvajoya pandemiyê de ji Ewropayê serkeftîtir bûye.
Erdoganî di axavtina xwe de qala gavên ku di dema pandemiyê de li qada tenduristiyê hatiye avêtin kiriye û gotiye, Tirkiye di qadên aboriyê û politikaya derve de jî serkeftî bû.
Biryarên nû yên ku Erdoganî aşkere kirine ev in:
* Saeta girtina xwaringeh û qehwexaneyan ji 22.00an derketiye 24.00an.
* Ji 1ê Tîrmehê pê ve navendên pêşangehan yên weke şano û sînemayê dê werin vekirin.
* Welatiyên ku salên wan ji 65an ber jortir wê bikaribin her roj di navbera saetên 10.00-20.00an de derkevin derve.
* Kesên temenê wan di bin 18an de ne jî bi şertê ku dê û bavên wan li gel bin, qedexeya wan a derketina derve rabûye.
* Ji bo kesên ku temenê wan di bin 18an de ne û temenê wan ji 65an ber jortire parkên neteweyî û yên xwezayî belaşin.
* Salonên mehrbirînê ji 15ê Hezîranê û yên dawetan jî dê ji 1 Tîrmehê pê ve vebin. (EKN/AY/FD)