Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî sondxwarina merasîma serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.Vê sibê di encama êrişeke hewayî de li mala ku lê dima hat kuştin.
Rêxistina Hamasê piştrast kiribû ku Heniye li Tehranê di êrişeke hewayî ya artêşa Îsraîlê de hatiye kuştin.
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan li ser kuştina Îsmaîl Heniye peyamek belav kir.
Erdogan destnîşan kir û got “Di bingeha sînorên 1967an de ji bo avakirina Dewleta Filistînê ya azad, serwer û serbixwe ku paytexta wê Qudsa Rojhilat be em dê xebatên xwe berdewam bikin.”
“Ez suîqesta xayîn a ku li Tehranê li dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye hat kirin, bi tundî şermezar û lenet dikim.”
Erdogan destnîşan kir ku armanca vê sûîqestê pûçkirina doza Filistînê û berxwedana Xezeyê ye.
Herwiha Erdogan diyar kir ku armanca kuştina Şêx Ehmed Yasîn, Ebdulezîz El Rantîsî û gelek siyasiyên din ên Xezeyê çi be kuştina Îsmaîl Heniye jî ew e.
Erdogan tekez kir ku ew dê wekî Tirkiyeyê bi hemû derfet û bi hêza xwe piştgiriyê bidin xelkê Filistînê.
(AY)