Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê, Recep Tayyîp Erdogan di merasîma vekirina sêyem sala yasadanê ya Serdema 27em de li Civata Giştî ya Meclîsa Gelê Mezin ê Tirkiyeyê (TBMM) axivî ye.
Erdoganî gotiye baweriya wan bi wê mezinahiya îradeya TBMMyê heye ku dikare pirsgirêkan çareser bike û pêşî li Tirkiyeyê veke.
Beşek ji axavtina Erdoganî wiha ye:
“Em sekna xwe naguherînin”
"Çawa ku em pişta xwe li Sûriyeyê nazîvirînin em nikarin çavê xwe ji her koşeyeke erdnîgariya Asyayê re bigirin. Ti liv û tevgereke me ya li derveyî sînorên me ne bi armanca dagirkirin an jî istismarkirinê ye.
Her pêşveçûnên li hemberî Behra Spî û Egeyê, Behra Reş rasterast bandorê li me dike. Em çi berdelan bidin bila be, lê em ti carî sekna xwe ya mirovî naguherînin.
“360 hezar penaber vegeriyane”
“A ku dikeve ser milê me ew e ku jiyaneke biewle ji bo penaberên wê vegerin welatê xwe ava bikin. 360 hezar penaber vegeriyane.
Tenê rojek jî nîne ku tirkiye winda bike. Em plan dikin ku li herêma ewle ya kûrahiya wê 30 kîlometre ye 2 milyon kesî bicih bikin. Projeyên me amade ne. Me ev li NYyê di dema hevdîtinên dualî de bi serokdewletan re par ve kir. Piştî ku em herêmê ji dagirkeriya rêxistina terorê rizgar bikin, bi piştgiriya navnetewî em ê dest bi van projeyan bikin. Tirkiye nikare ewlehiya xwe li bendî kêfa wan hêzan bihêle ku hesabên wan li ser herêmê heye.” (DB/FD)
Fotograf: AA