Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Hikûmetê Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de weşand, bi biryarnameyê erkên dîwana wezîran gihan serokkomariyê.
Biryarnameya 477. li Rojnameya Fermî hatiye weşandin. 74 xalên biryarnameyê hene. Di xalên qanûnan de li şûna dîwana wezîran sorkkomarî hatiye nivîsîn. Bi vê yekê serokkomarî bû xwediya erkên dîwana wezîran.
16ê Nîsanê bi referandûmekê hilbijêran sîstemeka nû ya serokkomariyê qebûl kiribû. Dema serokkomarî sond xwar qanûna nû dê bikeve kiriyarê de.
Erkên Dîwana Wezîran çi bûn?
*Birêvebirina siyaseta giştî
*Çêkirina Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de.
*Derêxistina rêziknameyan de.
*Biryara bûtçeyê.
*Dema pêwîst be îlankirina Rewşa Awarte.
*Parastina Ewlehiya Neteweyî
*Ji bo parastina welatî amadekirina hêzên çekdar.
(EKN/MB)