Serokkomarî pesnê wezîran da lê qîmetê Dolaran neket, bilind bû

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî 10ê Tîrmehê di balafira li ser rêya Bakurê Kibrisê de bersiva pirsên rojnamegeran daye, pesnê wezîran daye û gotiye qîmetê Dolaran dê bikeve lê qîmetê dolarekê bû 4,97 Lîreyên tirkan(TL).
Ji bo wezîrê nû yê ekonomî û xezîneyê, Berat albayrakî serokkomarî gotiye:
“Ew li sertora taybet bi awayekê biserkeftî xebitiye. Di van demên paşiyê de li ser vê mijarê ji Zanîngeha Marmarayê ders standine.”
Erdoganî îdiiakir:
“Hinek kes dixwazin vî karî(bilindbûna qîmetê Dolaran) mezin bike. Hûnê ketina wê bînin. Ez li ser vê yekê ji-xwe-bawer im û bi wê yekê diaxivim.”
Digel îdiaya serokkomarî jî qîmetê Dolaran bilind bû, şeva 11ê mehê digihîne 12ê siet 24.00ê qîmetê Dolarekê bûye 4,97 Lîreyên Tirkan(TL)
(HK/MB)
* Çavkanî: investin.com, financialtimes.com, Dünya Gazetesi.
* Wêne: Murat Çetinmühürdar-Bakû/AA