Serokkomarê Îraqê yasaya bajarbûna Helebceyê îmze kir

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd duh di saet 12:00an de li Koşka Serokkomariyê yasaya bajarbûna Helebceyê îmze kir. Helebce êdî bi fermî 4emîn bajarê Herêma Kurdistana Iraqê ye.
Waliya Helebceyê Nûxşe Nasih jî di merasîma îmzekirina yasayê de amade bû.
Serokkomarê Îraqê, pênûsa ku yasa pê imze kir wekî diyarî da Waliya Helebceyê Nûxşe Nasihê.
Li gorî nûçeya Rûdawê yasa piştre dê di Rojnameya Fermî ya Îraqê de bê weşandin. Bi vê yekê re Helebce dê bibe 19emîn bajarê Îraqê.
Li gorî texmîna Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê, hejmara niştecihên parêzgeha Helebceyê îsal dê bigihîje 125 hezar kesan.
Derbarê qetlîama Helebceyê de
Êrîşa kimyewê ya li ser Helebceyê di heyama Şerê Îran-Iraqê de weke merhaleya dawîn a Herekata Enfalê ya ku Serokomar Sedam Huseyîn li dijî Kurdan dabû destpêkirin, hat pêkanîn.
Bi fermandariya Elî Hesen el-Mecîdê ku wekî "Eliyê Kimyewî" tê naskirin û pismamê Sedam Huseyînê serokê rejima Baasê, di 16ê Adara 1988an de bi bombeyên xaza xerdal û sarînê êrîşî birin ser Helebceyê. Helebce gelekî nêzî sînorê Îranê ye û wê heyamê navçeyeke biçûk bû.
Di encama êrîşan de 5 hezar helebceyî can dan û 7 hezar jê jî birîndar bûn. Yên li paş man bi tirsa êrîşeke duyemîn bi wesayîtan yan jî peyatî ber bi sînorê Îranê ve reviyan.
(AY)