Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa bi navê serokkomarê berê yê Fransayê Jacques Chiracî hatî vekirin Xelata Sekinandina Pevçûnan ya Chiracî li ser navê Weqfa Hirant Dînkî da hevjîna wî Rakel Dînkê.
Rakel Dînkê dema xelat standî got:
“Ew hişmendiya nijadperest ku Hirant Dînk kuş ne bi tenê xwedana hêzê ye, ew li hemî derên dinyayê belav dibe.”
Serokê Fransayê Emmanuel Macronî dema ku xelata Dînkê dayî wê got:
“Xanima Dînk, ji bo hewildanên te mala te ava be.”
Bixwîne - Doza 10 sal in negihaye encamekê, edaleta nehatî
Macronî behsa rojnamegerên li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne jî kir û got:
“Bêyî ku em biwestin, em ê li ser gotina xwe rijd bin ku em ê azadiya çapemeniyê biparêzin. Ez ê wan kesên wek we di metirsiyê de ne teqîb bikim.”(PT/MB)