Îro, maça Amedsporê, li sehaya Amedsporê ligel İstanbulsporê heye.
İbrahim Hacıosmanoglu berîya niha soz dabû ku heke ew were hilbijartin bo serokatîya TFFyê, ew dê maçeka Amedsporê temaşe bike.
Ew soza xwe tîne cih û hatîye Amedê ji bo ku temaşe bike.
Amedsporê jî ew vexwend şîvê û bi Hevseroka Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parêzgarê Amedê Murta Zorluoglu û Serokê Amedsporê Azîz Elaldi re li ser yek maseyê rûniştin.