Serokê Parlamentoya Ewropayê: Tirkiye dibe dewleta tekemêrekî
Serokê Parlamentoya Ewropayê, Martin Schulzî diyar kiriye ku Tirkiye di wê rêyê de ye ku bibe dewleta ‘’tekemêrekî.’’

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeya Deutsche Welleyê, Serokê Parlamentoya Ewropayê, Martin Schulzî ji Rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger re eşkere kiriye, Tirkiye bi serokkomarbûna Recep Tayyip Erdoganî di wê rêyê de ye ku bibe dewleta ‘’tekemêrekî.’’
‘’ Serokwezîrî hatiye rakirin’’
Schulzî gotiye: ‘’ Bi kongreya AKPyê pileya serokwezîrîyê hatiye rakirin.’’
‘’ Li gor van guherînan hevkariya Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê zehmet bûye.’’
Schulzî gotiye ji bo vîzeyê jî divê Tirkiye şertan bi cih bîne.
'' Heta Tirkiye şertan pêk neyne rakirina vîzeyan nakeve di rojeva Yekîtiya Ewropayê de.''(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.