Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel serdana DEM Partiyê kir
Civîna Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û Hevserokên Giştî yên DEMê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan dest pê kir.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ji bo bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin bike, çû Navenda Giştî ya DEMê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Gul Çîftçî û Gokhan Zeybek û Sekretera Giştî ya CHPê Selîn Sayek Boke jî bi Ozel re bûn.
Şanda CHPê ji aliyê Mehmet Rûştû Tiryaki û Ozlem Gunduz ên DEMê ve hat pêşwazîkirin. Ozel heyeta Partiya DEMê pîroz kir.
Di çarçoveya serdanê de li ser daxwaza CHPê tê payîn ku hilbijartinên herêmî yên di 31ê Adara 2024an de bên kirin dê were rojevê.
Piştî civînê dê civîna çapemeniyê ya hevpar bê lidarxistin.
(VC/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.