Serokê Diyanetê Gormez teqawid bû
Serokê Diyanetê Mehmet Gormez teqawid bû ku di Çiriya Paşiyê ya 2010ê de dest bi kar kiribû.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Diyanetê Mehmet Gormez teqawid bû.
Daxwaznameya Gormezî ya ji bo “teqawidiyê” ji hêla Serokwezaretê ve hat qebûlkirin. Gormez di 11yê Çiriya Paşiyê ya 2010ê de dest bi kar kiribû.
Li şûna Gormezî wê Ekrem Keleş Serokê Lijneya Bilind a Karên Olî wê wekaletê bike.
Mehmet Gormez bi wesayita meqamê ya ku jê re hatibû terxankirin re ketibû rojevê. Ji bo Gormezî di sala 2014yê de ji butçeya Weqfa Diyanetê bi milyonek Tlyî wesayitek Mercedes S500 hatibû kirîn. Li ser bertekan Gormezî wesayit bi şûn de dabû. (NV/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.