Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Sulh û Cezayî ya Enqereyê biryara girtina serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê, Sabrî Uzunî daye.
Polîsan, li Enqereyê, 23yê Nîsanê berpirsê Daîreya Îstixbaratê ya Emniyetê, Sabri Uzun desteser kiribû.
Uzun bi sûcê “heqareta li serokkomarî, propagandaya ji bo rêxistina terorî û alîkariya rêxistinê” hatiye desteserkirin.
Bixwîne - Polîsan berpirsekê îstixbaratê desteser kiriye
Piştî parvekirinên Uzunî yên li medyaya civakî, li ser wî lêpirsîn-nameyek hatiye amadekirin.
Uzunî 40 salan li Emniyetê kar kiriye. Sala 2013ê teqawît bûye. Sê caran bûye midûrê Emniyetê.
Bixwîne - Filiz Ali: "Hrantê delal, em her sal bi komên ciwantir dest jê bernadin"
Doza Hrant Dînkî
Berpirsê weşana rojnameya AGOSê Hrant Dink ji beriya 12 salan hatibû kuştin. Di bûyera kuştina Hrant Dînkî de, ji bo Uzunî raporek çûye û hatiye diyarkirin Yasin Hayal dê Dînkî bikuje. Ji ber wê ew jî yek ji bersûcên bûyera kuştina Hrant Dînkî ye.
Pêvajoya Ergenekonê
Tê îdiakirin ku di pêvajoya Doza Ergenekonê de Uzun li dijî dozê bûye û ji ber vê yekê ji karê xwe hatiye avêtin.
(HA/MB)