Polîsan vê sibê bi ser mala Serokê Baskê Ciwanan yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Cem Aydin de girtin û ew desteserkirin.
Aydin bi yekê hatiye sûcdarkirin ku 'heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” û “kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nişan daye”.
Sekreterê Baskê Ciwanan ê Kagıtxaneyê yê CHPê Parêzer Gokhan Işık Ulutaş, diyar kir ku Aydin ji ber parvekirina xwe ya têkildarî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek hatiye desteserkirin.
Duh(19ê Kanûna Paşiyê) di malpera Înternetê ya Baskê Ciwanan a CHPê de vîdeoya bi navê "Anatomiya Gîotînê Seyar: Akın Gurlek" hat weşandin.
SEYYAR GİYOTİN’in Anatomisi: Akın Gürlek pic.twitter.com/LPWpNj87F2
— CHP Gençlik Kolları (@chpgenclikgm) January 19, 2025
Vîdeo ji bo girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku qeyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin û girtina Şaredara Beşîktaşê Riza Akpolat hate weşandin.