Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo bîranîna nivîskar û rewşenbirê kurd Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên di dema karî de hatine kuştin, ji sala 1993’yan heta niha her sal ‘Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad’ tên dayîn.
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kiriye ku dê îsal ya 27emîn e.
Weke par îsal jî rojnameya Yenî Yaşam wê pêşbirkê bi rê ve bibe. Serlêdan wê heta 10ê îlona 2019an berdewam bike. Pêşbirk ji beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’, ‘Wêne (Wêneyên nûçeyan)’, ‘Karîkatur’ û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz ‘Nûçegihaniya jinan’ pêk tê. Encamên pêşbirkê dê 18ê Îlona 2019an bên aşkerakirin.
Diyariya xelatan ji bo her beşê 5.000 lîreyê tirkan e. Her beşdar tenê dikarie di beşekê de û tenê bi berhemekê tev li pêşbirkê bibe. Berhemên ku ji bo xelatê dê bên şandin, dîsa li xwediyên wan nayên vegerandin. Dibe ku di rojnameyê de bên weşandin. Her beşdar dikarin berhemên xwe bi rêya PTTyê yan jî bi kargoyê bişînin. Dikarin bi destan jî teslîm bikin. Berhemên ku bi rêya postayê ango kargoyê hatine şandin heke negihijin navnîşana rojnameyê, berpirsiyarî ya xwediyê wê ye.
Şertên tevlêbûna pêşbirkê ev in
* Zimanê pêşbirkê bi kurdî û tirkî ye.
* Pêşbirk di beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’, ‘Nûçegihaniya jinan ya Gurbetellî Ersozê’, ‘Wêneyê nûçeyan” û ‘Karîkatur’ de tê lidarxistin.
* Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Xelat wê ji bo kesên di pêşbirkê de bibin yekem bê dayîn. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne.
* Beşdar tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekî beşdar bibin.
* Ji bo her beşê xelata berhemê 5.000 lîreyê tirkan e.
* Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, dê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî li ber çavan bên girtin û wisa bên kirin.
* Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û dê karibin di rojnameyê de bên weşandin.
* Divê berhem herî dereng di 10ê Îlona 2019an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 18ê Îlona 2019an de bên aşkerakirin.
* Pêwiste ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo yan jî bi awayekî taahûdî bêne şandin. Ji bilî van rêyan, ger ku beşdar bi rêyeke cuda berheman xwe bişîne û berhem winda bibe, berpirsyarê vê yekê beşdar bi xwe ye.
* Hemû kesên şert û mercên ku şertên tevlêbûnê bi cih anîn, dikarin tev li pêşbirkê bibin.
* Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin tev li pêşbirkê bibin. Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin divê yan nehatibin weşandin, an jî piştî 10ê Îlona 2017an hatibin weşandin.
* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkeke din de xelat û mansiyon negirtine tevli pêşbirkê bibin. Piştî 10ê Îlona 2018an û şûnde divê hatibin weşandin.
* Ku derkeve holê berhemê di pêşbirkeke din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, dê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ti mafekî din nade beşdaran.
* Ger beşdar bi berhema kesekî/e din beşdar bibe, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, dê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlêbûnê binpêkiriye bê dayîn.
* Bi şandina berhemên xwe re, beşdar şertên pêşbirkê qebûl dike. Kesên ku şertên tevlêbûnê bi cih ne anî be, dê ji pêşbirkê bên derxistin.
* Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û dema kişandin/xêzkirina wê ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, tvya ku tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopyayeke berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin, bê şandin.
* Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsekê bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) xwe jî lê zêde bikin.
Beşên Nûçeyan
Beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’ û ‘Nûçeyên jinan’:
* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin. Pêwîste nûçe wekî 5 (pênc) nûsxeyan bê amadekirin û şandin.
Wêne:
* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncika jêr f çepê yf berhemê bê nivîsandin.
* Divê berhemên ku di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha bin: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê 12 be.
* Ku jurî pêwîst bibîne, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze.
* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê neyên nirxandin.
Karîkatûr:
* Pêwîst e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.
* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berhem orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.
*Pêwîst e ku ebadên karîkatûrê A4 (21×29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin.
Lijneya hilbijartinê
Nûçeyên kurdî: Sûna Tunç, Ramazan Umar, Semîha Alankûş, Ferîd Demîrel û Mehmet Alî Ertaş.
Nûçeyên tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Faruk Eren, Îbrahîm Varli û M. Ferhat Çelîk.
Nûçeyên jinan: Nevîn Cerav, Mehveş Evîn, Melîs Alphan, Nejla Demîr û Berîtan Elyakut.
Wêne: Mûstafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk û Nazmî Belge.
Karîkatûr: Dogan Guzel, Gulay Batur, Îmam Cîcî û Sefer Selvi.
Navnîşana ku beşdar wê berhemên xwe bişînin wiha ye:
* Web: yeniyasamgazetesi.com e-posta: [email protected]
Telefon: 0 212 252 83 99
Fax: 0 212 252 83 90
Navnîşan: Taxa Şehît Muhtar, Bekar Sokak No: 7/3 Beyoglu/Stenbol
(FD)
* Çavkanî: e-rojname