Serlêdanên Kreşên Pirzimanî yên Şaredariya Êlihê dest pê kirin
Şaredarîya Êlihê dest bi xebateka nû ya çand û zimanî dike.

Şaredariya Êlihê, amadekariyên dawî yên kreşên pirzimanî xelas kirin. Şaredarî êdî dê dest bi xizmeta kreşên pirzimanî bike.
Serlêdanan dest pê kirîye.
Welatiyên ku bixwazin zarokên xwe bişînin kreşên pirzimanî yên şaredarîyê di navbera 9 û 21ê Îlonê de dê bikarin serlêdanên xwe bikin.
Serlêdan li Ofîsa Belkentê ya li Avahiya Pêvek ya Xizmetê a li Taxa Bahçelîevler dê bêne qebûlkirin. Xelk, di dîroka hatiye diyarkirin de dê li ofîsê bikarin ji bo kreşan serlêdana xwe bikin.
*Çavkanî: Botan Times
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.