Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa IPSyê/bianetê bangî rojnamegerên bêkar hatîn hiştin dike ku bila ew ji bo projeya “Rojnamegerên bêkar li pey nûçeya xwe ne” pêşniyarên çêkirina nûçeyên berfireh(dosye) bikin.
Du rojnameger dê bi hev re beşdarîya projeyê bikin.
Ji rojnamegeran tê xwestin nûçeyên nivîs, wêne, dîmen, dane û deng tê de çêbikin ji ber vê yekê jî tê xwestin ku yek ji rojnamegeran li ser deng, dîmen û wêneyan bixebite.
Mijarên nûçeyan dikarin li ser mijarên; rojnamegerî, bêkarî, bêcezayî, feqîrî/hejarî, medya, ciwanî, koç, penaberî, tûndkarîya mêran, zarok, zayenda civakî, bajar, ekolojî, çand, perwerde, mafên kêmendaman û mafên kêmneteweyan bin. Mijar dikare li ser du û zêdetir mijaran jî be.
Divê mijara dosyeya nûçeyan bi zelalî bê eşkerekirin.
Lijneya weşanê ya ji Prof. Dr. Yasemin İnceoğlu, Tuğrul Eryılmaz, Nadire Mater, Banu Tuna, Murat Çelikkan û Doğu Eroğlu pêk tê dê 10 dosyeyan hilbijêrin. Li ser hev ji bo her deh dosyeyan 100.000 TL dê bê dayin. Nûçe dê li Malpera bianetê bi sê zimanan (Kurdî, Tirkî, Ingilîzî) bê weşandin.
Serlêdan dê digel biyografîyekê heta 30.12.2016, siet: 17:00ê ji bo [email protected] bê kirin.
(BA/EKN/MB)
* Projeya Rojnamegerên bêkar li pey nûçeya xwe ne, bi piştgirîya maddî ya Bernameya Mafên Mirovan-Matra ya Balyozxaneya Hollandayê ya li Stenbolê tê bi rê ve birin.