Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo Serhat Tûganê ku 27 sal in di girtîgehê de ye karibe dêya xwe ya nexweş bibîne, li ser medyaya civakî kampanyayek hatiye destpêkirin.
Rojbîn Tûgan Kalkan parêzera Tûganî behsa pêvajoya serlêdana xwe kir:
“Pêvajoya bêdadiya giran roja 22yê Tîrmeha 2018ê dikeve sala xwe ya 28em. Di vê demê de rewşa Semîha Tûgan dayika Serhat Tûganî her diçe nebaştir dibe. Dilê wê baş navêje û bi wê re enfeksiyon lê peyda bûye û ji ber vê jî 9ê Tîrmeha 2018ê ew rakirina Beşa Nexweşiyên Giran a Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Rewşa wê hîna jî xirab e.
“Ji bo Semîha Tûgan beriya ku bimire kurê xwe Serhat Tûganî bibîne û xatir ji wî bixwaze em dixwazin wî bişînin Girtîgeha Colemêrgê, mafê hevdîtinê û xatirxwestinê yê bi dêya xwe re bidin wî ku 27 sal in ji bo dadê hewl dide.”
Tûgan niha li Girtîgeha Ewlehiya wê Bilind a Wanê ye û dosyaya îtirazê ya derbarê dadgehkirina Tûganî de li Dadgeha Destûra Bingehîn e.
Kampanyaya ji bo Tûganî îro li ser medyaya civakî bi etîketa #SerhataSemihaAnayıGösterin (Dêya Semîhayê Nîşanî Serhatî Bidin) dest pê kiriye û berdewam dike. (AS/FD)