Serhat Kuralî ji bo strana “Leylo”yê vîdeo-klîpek weşandiye
Nurhak Kilagozî aranjoriya vê strana gelêrî kiriye. Serhat Kural û Ronî Ekinci jî derhênerên vîdeo-klîpê ne.

Serhat Kuralî vîdeo-klîpek ji bo strana bi navê "Leylo" girtiye û weşandiye. Vîdeo-klîp li ser hesabê YouTube-ê yê Serhat Kuralî hatiye weşandin.
Strana "Leylo" straneke gelêrî ye û Nurhak Kilagozî aranjoriya wê kiriye. Serhat Kural û Ronî Ekinciyî derhêneriya vîdeo-klîpê kirine.
Derbarê Serhat Kuralî de
Danser û stranbêj e. Yek ji avakarên Mezopotamya Dansê ye. Di gelek projeyên dansê yên li Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê de cih girtiye. Weke stranbêj konserên solo û li gel wê jî yên bi hunermendên din re dide. Di projeya Dîwana Dubeytî de sitraye. Bi Prof. Dr. Aydin Tekerê koregraf û Zeynep Tanbayê re xebitiye. Wekî koreograf-danser û muzîkjen xebatên xwe didomîne. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.