Serhat Kural û Rûken Yilmaz wê li Stenbolê konserekê bidin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hunermend Serhat Kural û Rûken Yilmaz wê 25ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019an, di saet 20:00an de li Mezopotamya Sahneya Elmadaga Stenbolê konserekê bidin.
Kural û Yilmaz di repertuara xwe de cih didin stranên kurdî yên gelêrî û modern. Her dû hunermend wê bi şêwezarên kurdî derkevin ser dikê û stranên xwe bêjin.
Derbarê Serhat Kûralî de
Danser û stranbêj e. Yek ji avakarê Mezopotamya Dansê ye. Di gelek projeyên dansê yên li Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê de cih girtiye. Weke stranbêj konserên solo û li gel wê jî yên bi hunermendên din re dide. Di projeya Dîwana Dubeytî de sitraye. Bi Prof. Dr. Aydin Tekerê koregraf û Zeynep Tanbayê re xebitiye. Wekî koreograf-danser û muzîkjen xebatên xwe didomîne.
Derbarê Rûken Yilmazê de
Li Zanîngeha Marmaraya Stenbolê beşa muzîkê qedandiye. Albûma wê ya bi navê “Zelî” derketiye. Xebatên xwe yên muzîkê berdewam dike. (AY/FD)