Hunermend Serhat Kuralê ku di repertuara xwe de cih dide stranên modern û yên kevn, wê di 19ê Çiriya Pêşiyê de li Mezopotamya Sahneyê ya li Taksîmê konserekê bide. Kural di konsera xwe de wê bi kurmanci, zazakî, soranî û lorî stranan bêje. Li gel Serhat Kuralî bi gîtara bêperde Merih Aşkın, bass gîtarê Yıldırım Yalçınkaya û bi perkusyonê İsmet Kızıl û Ferit Elalmış wê di konserê de derkevin ser dikê.
Ev konser wê saet di 20.00ê de dest pê bike.
Kural li gel Fourniauyê wê konserekê bide
Serhat Kural piştî vê konserê bi rojekê jî li Navenda Çandê ya Golgeyê ya li Esenyûrtê bi hunermenda fransî Eléonore Fourniauyê re wê konserekê bide. Her du hunermend wê di vê konserê de stranên kurdî bistirên. Fourniau her weha wê stranên frensî jî bibêje.
Konsera Kural û Eléonore Fourniauyê wê saet di 19.00ê de dest pê bike.
Derbarê Eléonore Fourniauyê de
Piştî perwerdeya xwe ya dersdêriya dîrokê hatiye Tirkiyeyê. Li Stenbolê xwendevanên kurd nas kiriye û muzîka kurdî bala wê kişandiye. Stranên dengbêjiyê distirê.
Derbarê Serhat Kûralî de
Dansker û stranbêj e. Yek ji avakarê Mezopotamya Dansê ye. Di gelek projeyên dansê yên li Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê de cih girtiye. Weke stranbêj konserên solo û li gel wê jî yên bi hunermendên din re dide. Di projeya Dîwana Dubeytî de sitraye. (FD)