Serfermandariyê: TSKyê heta niha zerar nedaye ti sivîlan

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serfermandariyê derbarê wan îdiayan de daxuyanî da ku tê gotin 31yê Tebaxê li gundê Tale (Oğulköy) yê Colemîrgê di encama êrîşa bi Navgîna Bêmirov a Biçek (SİHA) de sivîlek miriye û 3 sivîl jî birîndar bûne.
Serfermandariyê diyar kir, heta roja îro Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) neketiye nava pratîkeke wisa ku zerarê bide welatiyên me yên sivîl, ên bêguneh û li di operasyona li Taleyê de jî bi heman rê û rêbazan tevgeriyane.
Di daxuyaniya Serfermandariyê de her wiha wiha hatiye gotin:
“(…) Dema ku xebatên navborî lidar dikevin, İHA yên biçek û yên bêçek di serî de navgîn û kelûpel û çekên şerê modern tên bikar anîn ku berhemên pîşesaziya berevaniyê ya milî û xwecihî ne.
“Di wan operasyonên ku derbarê têkoşîna li hemberî terorê, ya ewlekariya sînoran û pêşîlêgirtina qaçaxçîtiyê de tenê armanc bêbandorkirin û astengkirina terorîst, qaçaxçî û alîgir û hevalbendên wan in.
“Di vê çarçoveyê de “TSKyê heta roja îro neketiye nava pratîkeke wisa ku zerarê bide welatiyên me yên sivîl/bêguneh.
“Di wê operasyona 31ê Tebaxa 2017yê de jî bi heman rê û rebazan tevgeriyane ku li derdora Gundê Taleyê û bi SİHAyan hatiye birêvebirin.” (EKN/FD)