Serdozgeriya Wanê 6 sal cezayê girtinê ji bo Osman Baydemîrî xwestiye
Serdozgeriya Komarî ya Wanê ji ber axavtinên wî xwestiye, 6 sal cezayê girtinê li Osman Baydemîr, Parlamenterê berê yê Rihayê û berdevkê berê yê HDPyê bê birîn.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber du axavtinên wî yên li Wanê, doz li Osman Baydemîr, Parlamenterê berê yê HDPyê yê Rihayê hatiye vekirin. Bi îdiaya ku “Miletê tirk, komar û Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) vekirî û aşkere biçûk xistiye” heta 6 salan cezayê girtinê ji bo wî tê xwestin.
5em Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Wanê îdianameya ku Serdozgeriyê amade kiriye, qebûl kiriye. Di îdianameyê de hatiye gotin ku Texaba 2017ê li Parka Mûsa Anterî ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di dema civîna komê de axivî ye û li vir sûc kiriye.
Dîsa di heman îdianameyê de hatiye diyarkirin ku 19ê Nîsana 2018ê parlamenteriya Baydemîrî hatiye betalkirin û ew 6ê Nîsanê 2018ê derketiye ji derveyî Tirkiyeyê. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.