Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma Parastina Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diparêze, aşkere kiriye ku lêpirsînnameyeke nû ji bo Demîrtaşê amade bûye.
Di daxuyaniyê de diyar kirine ku ji ber Selahattîn Demîrtaşî di 19ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yê de li ser hesabê xwe yê Twitterê, destnîşan kiribû û gotibû, bikaranîna çekên kîmyewî, di nava sûcên li dijî mirovahiyê de ye, lêpirsînname hatiye amadekirin.
Bixwîne - Demîrtaş: Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê sûc e
Bixwîne - Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Koma parêzeran aşkere kiriye ku Wezareta Berevaniyê bi îdiaya Demîrtaşî "propagandaya rêxistinê kiriye" û "dem û dezgehên dewletê biçûk xistine" serî li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê dane. Serdozgeriyê jî li gorî vê daxwazê tevgeriyaye û dozek li Demîrtaşê vekiriye. Di dozê de hatiye îdiakirin ku Demîrtaşî "Êrîşî mafên şexsî, rûmet û rêzdariya Hêzên Çekdar ên Tirkan kiriye" û ji ber wê jî divê bi 100 hezar lîre cezayê pereyan bê cezakirin.
Koma Parastinê di daxuyaniya xwe de gotiye ku daxuyaniya Demîrtaşî li gorî azadiya xweîfadekirinê ye û esasên sûcdariyê tê de nînin.
Çi bûbû?
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di 18ê Çiriya Paşiyê de vîdeoyek weşandibû ku tê de dihate îdiakirin, Tirkiyeyê di nava xaka Herêma Kurdistanê de di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye.
Di nûçeyê de hatibû îdiakirin ku "di şeş mehên derbasbûyî de, di dema pevçûnan de 2 hezar û 476 caran çekên qedexe û kîmyewî hatine bikaranîn" û dîmenên 2 HPGyiyên ku dihate gotin bandora çekên kîmyewî li wan bûne, weşandibûn.
Seroka Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê derbarê van îdiayan de axivîbû û ji ber nirxandinên wê lêpirsînname ji bo wê hatibû amadekirin.
Fîncanci di 25ê Çiriya Pêşiyê de hatibû desteserkirin û di 26ê Çiriya Pêşiyê de jî hatibû girtin. (EMK/FD)