Serdozgeriya Bûrsayê: Tenduristiya Ocalan baş e

Jibo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî a Bûrsayê têkildarî parvekirinên li ser medya medya civakî yên derbarê Abdullah Ocalanî de daxuyaniyek nivîskî daye.
Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê di daxuyaniyê de gotiye, rewşa tenduristiya Abdullah Ocalanî baş e û îdiayên derbarê wî de nerast in.
Li ser îdiayên derbarê Ocalanî de yên ku li ser medya civakî hatine parvekirin, Parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, Razîye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Nevroz Ûysalê ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bîne serî Serdozgeriya Komarî a Bûrsayê dabûn.
Parêzeran di serîlêdanê de diyarkirine û gotine, Ocalan herî dawî di 3ê Adara 2020an de bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye û di 27ê Nîsana 2020an de jî bi birayê xwe re bi telefonê axivî ye. Ji wê rojê heta niha tevahî serlêdanên me hatine redkirin.
(EKN/AY)