Kursên kurdî yên serdema payîza 2019an, di 5ê Cotmehê de li Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin. Vê serdemê dê bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî/zazakî ders bên dayîn.
Li gorî rêgezên komeleyê, kesên ku cara ewil dê biçin kursên kurdî li gorî hin xalan yan ji asta yekem yan jî ji asta duyem dê dest pê bikin:
• Asta Yekem, asta destpêkê ye û di vê astê de ji bo kesên ku qet bi kurdî nizanin perwerdehî tê dayîn. Kesên ku di vê rewşê de ne, divê ji bo asta yekem qeydên xwe çêkin.
Bixwîne - Komeleya Lêkolînên Kurdî dest bi dersên Kurdî dike
• Asta Duyem, asteke navincî ye. Kesên ku bikarin bi kurdî biaxivin, eger heta niha qet nehatibin kursên zimanî, divê ji bo vê astê qeydên xwe çêkin.
• Ji bo astên jortir divê xwendekar astên jêrtir bi awayekî serkeftî qedandibin. Heta ku asteke jêr bi awayekî serkeftî neqede, kesek nikare derbasî asteke jortir bibe.
Li gorî daxuyaniya ku Komeleya Lêkolînên Kurdî weşandiye her astek wê 3 mehan bidome. Divê xwendekar bi rêk û pêk li dersan beşdar bibin. Di dawîya her astê de jî wê ezmûn bên çêkirin û kesên ku ji ezmûnan bi serkeftî derbas bibin, eger di berdewamîya wan de pirsgirêk tune be, wê asta xwe bi awayekî serkeftî biqedînin û bawernameya xwe werbigirin. Her weha mafê derbasbûna asteke jortir wê bi dest bixin.
Kesên ku bixwazin beşdarê qursan bibin divê heta 30ê Îlonê an forma Komeleyê amade kiriye dagirin an jî rasterast serî li Komeleya Lêkolînên Kurdî bidin. (FD)