Serdar Canan wê li Amedê konserekê bide. Konsera Serdar Cananî 9ê Adara 2024an roja Şemiyê wê li Navenda Çandê ya Cahît Sitki Taranciyî pêk bê.
Ew dê repertuareke berfireh ya ji kilam û stranên weke Gulnîşan, Nexşê Mîrzo, Henasey Aşiqan, Temê Bakozî, Banê Mizgevtê, Gulê û Gidiyê Xezalê (Heyranok) pêşkêş bike ku ji derdora Colemêrgê berhev kirine.
Di dema konserê de wê bi piyanoyê Serhat İlim, bi kontrbastayê Nail Sinir, bi percusyonê Azad Yilmaz û bi gîtarê jî Cihad Yildiz tevî Cananî li ser dike bin.
Derbarê Serdar Cananî de
Serdar Canan ji Colemêrgê ye. Wî li Zanîngeha Mîmar Sînanê di beşa etnomuzîkolojiyê de lisansa xwe xwendiye. Di heman zanîngehê de bi navê “Lîstikên gelêrî yên Hekarî û Derdora wê û Taybetmendiyên wan ên Muzîkal” teza xwe ya masterê peşkeş kir.
Sala 2019an di Operaya Toskayê ya îtalî de rola Sagrestano (Zangoç) nimayîş kir ku derhênerê wê Celil Toksöz, wergêrê wê yê kurdî Kawa Nemir bû û muzîka wê jî Ardashes Agohsianî çêkiribû.
Li ser daxwaz û vexwendina Zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê, sala 2022yan ligel Îrfan Aktanî 4 mehan lêkolîneke qadê pêk anî.
Ligel Ekrem Yildizî berhameyek bi navê “Selîqe” li ser muzîka kurdî amade û pêşkêş kir.
Li ser nefes û diksiyona kurdî xebatên atolyeyî bi rêve dibe.
Sala 2017an li herêma Serhedê lêkolînên qadê kirin û bi gelek dengbêjan re hevpeyvîn kirin.
(FD)