Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) daxuyaniyeke hevpar dan û bertek nîşanî desteserkirina rojnamegeran dan.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê rojnameger Bariş Pehlîvan de ji ber axaftineke telefonê ya li gel pisporekî lêpirsînan ê bi navê S.B. ku derbarê dozên CHPyê de hatiye erkdarkirin lêpirsîn dabû destpêkirin. Pehlîvan dema li gel wî kesê pispor axiviye bêyî destûra wî dengê wî tomar kiriye û parvekiriye.
Bariş Pehlîvan di çarçoveya lêpirsînê de li ber deriyê avahiya televîzyona Halk Tvyê hat desteserkirin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de Rêvebirê Halk TVyê rojnameger Serhan Asker û pêşkeşkara Halk TVyê Seda Selek jî hatin desteserkirin.
Îro jî Koordînatorê Bernameya Halk TVyê Kûrşad Oguz û Derhênerê Weşana Giştî Suat Tokdaş hatin desteserkirin.
Sendîkayan di daxuyaniya hevpar de diyar kir û got: “Desthilata ku piştgiriya civakî ji dest daye hewl dide bi siyasîkirina darazê ji demokrasiyê çi mane tune bike, civakê bitirsîne û bi vî awayî hêza xwe biparêze. Ji ber vê sedemê di van rojên dawî de rojnamegeran ji xwe re dike armanc. Dixwazin desteserkirin û girtina rojnamegeran asayî bikin.
Sendîkayan diyar kirin ku di destpêka sala 2025an de beriya rojnamegerên Halk TVyê 6 rojnameger hatin girtin û derbarê dehan rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin û got:
“Tişta ku tê armanckirin ne tenê rojnameger in; “Mafê gel yê wergirtina agahiyan e, heqîqet e û azadiya derbirînê ye.
(EC/AY)