Wek Mêrdînê navçeyên wê jî her demsal xweş xuya dikin. Çemê Ava Reşan li Şemrexa Mêrdînê, li nêzîkî rêya di navbera Diyarbekir û Mêrdînê da ye.
Çem payîzê bi xweşikiya xwe va balê dikşînin, mirov tên ziyaretê.
Ava Reşan bi rengên xwe yên payîzê balê dikşîne
Li newalê cihekî ji bo meşê ya 10 kîlomêtroyî heye. Kesên tên vê derê der û dorê temaşe dikin, dengê çûkan û avê guhdar dikin, hewaya paqij dikşînin hundirê xwe.
Kesên dixwazin wêneyan bikşînin jî vê derê wêneyan dikşînin û wek diyarî vedişêrin.
(MB)
*Çavkanî: Türkan Tosun |AA