Sekreterê Giştî yê NYê bertek nîşanî girtina Onderoglu da
Sekreterê Giştî yê NYê Ban Ki-moon bi RSFê re hevdîtin pêk anî û daxwaz kir ku Nûnerê RSFê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu demildest serbest were berdan.

Sekreterê Giştî yê NYê Ban Ki-moon bi Rojnamegerê Sînornenas (RSF) re hevdîtin pêk anî.
Ban Ki-moon bi Sekreterê Giştî yê RSFê Cristophone Deloire re hevdîtin pêk anî. Ban Ki-moon derbarê girtina Nûnerê RSFê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu, Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û nivîskar Ahmet Nesin got: ‘Ev fikariyeke mezin derxistiye holê.’
Ban Ki-moon got ku divê Onderoglu demildest serbest were berdan.
RSFê jî daxuyand ku derbarê Onderoglu, Korur-Fincanci û Nesin ku di 20ê Hezîranê de bi îdiaya ‘propagandaya terorîzmê’ hatibûn girtin de xeteke navneteweyî ya piştgiriyê hatiye avakirin.
Yekîtiya Ewropayê (YE) û Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê jî bertek nîşanî girtina Onderoglu, Korur-Fincanci û Nesin dabûn.
(EA/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.