Fotograf: Twitter
Hunermend Seîd Gabariyî, li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye. Gabariyî ji ber nexweşiya penceşêra pişikan dihate dermankirin.
Seîd Gabarî bi nexweşiya penceşêrê ketibû û ji ber xirabbûna rewşa wî ya tendirustî, çend roj beriya niha li nexweşxaneyê hatibû dermankirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Îbrahîm Gabarî yek ji xizm û kesûkarên nêzîk ên hunermendî gotiye “Îro demjimêr 04:45 serê sibehê, Seîd Gabarî li Nexweşxaneya Serdem a Hewlêrê koça dawî kiriye.”
Biryar bû îro li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Seîd Gabarî ji bo dermankirinê wê bişandana Almanyayê.
Biryar e îro termê Seîd Gabariyî li ser wesiyeta wî bi xwe, li goristana Mela Omer a li bajarê Hewlêrê û li nêzîk gorên endamên malbat û kesûkarên xwe bi axê bê spartin.
Derbarê Seîd Gabariyî de
Seîd Gabarî xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê ye. Sala 1956an ji dayik bûye û ji temenê 8 salî ve bînahiya çavên xwe ji dest daye. Ji salên 1970an ve dest bi stranbêjiyê kiriye.
Piraniya tekstên stranên wî yên hozanvanên navdarên Kurd Cegerxwîn û Tîrêj bûne û heta niha 4 hezar û 712 stran gotine. (FD)