Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Saziya Îstatistik a Tirkiyê (TUİK) iîstatistikên zarokan ên sala 2016an aşkere kir.
Li gorî van îstatîstîkan li Tirkiyê hejmara zarokan li gorî daneyên heta dawiya sala 2016an 22 milyon û 891 hezar û 140 kes e.
Ev hejmar serî 28,7ê hejmara Tirkiyê ye. Li gorî encamên Sîstema Tomarkirinê ya Hejmara li gorî Navnîşanê (ADNKS) li gorî daneyên heta dawiya sala 2016an hejmara Tirkiyê bi giştî 79 milyon û 814 hezar û 871 kes bû.
Hejmara zarokan a temenê wan di navbera 0-17an de, di sala 1935an de sedî 45ê hejmara Tirkiyê digirt. (YY/FD)