Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Bazidê ya Cezayan a 2. di 21ê Sibatê de biryar da Selahattîn Demîrtaş 5 mehan di girtîgehê de bimîne.
Dadgehê ji bo sebebên girtina Demîrtaşî eşkere kir ku wî di şahiya pîrozkirina Newrozê de, di sala 2016ê de gotiye “terora hikûmetê” û bi vê yekê “sivikayî li gelê tirk, parlamento û komarê” kiriye.
Dadgehê eşkere kir ku “sînorên azadiya xwe-îfadekirinê jî hene.”
Dadgehê diyar kir ku “ji ber kesayeta [Demîrtaşî] ya belakirr û ji ber ku ew ji kirina sûcên xwe ne poşman e, divê cezayê wî neyê paşdedan.”
Kronolojiya girtin û desteserkirina parlamenterên HDPyê
Piştî ku parêzbendiya parlamenterên HDPyê hat betalkirin gelek parlamenterên HDPyê hatin desteserkirin û bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan. 13 parlamenter hatine girtin. Herî dawiyê parlamenteriya Yûksekdagê hat betalkirin.
Di 4ê Çiriya Paşiyê de, hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDPyê Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gûlser Yildirim, Ferhat Encû û Abdullah Zeydan hatin girtin.
Di heman operasyonê de polîsan Ziya Pir, Sırrı Süreyya Önder, İmam Taşçıer, Hüda Kaya, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Lezgin Botan, Nadir Yıldırım desteser kiribû û bi şertê kontrola edlî serbest berdabû.
**
Di 7ê Çiriya Paşiyê de parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Aydogan hat girtin.
**
Di 13ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de Dadgeha Cezayê Giran a 2. biryar da ji ber lêpirsîna KCKyê parlamenterên HDPyê Osman Baydemir, Dirayet Taşdemir, Çağlar Demirel, Selma Irmak, Ahmet Yıldırım, Besime Konca, Alican Önlü û Nadir Yıldırım bi zorê bê anîn.
Cihgira hevserokên HDPyê Çaglar Demîrel û parlamentera HDPyê Besîme Konca hatin girtin.
**
Di 4ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, Leyla Bîrlîk hat serbestberdan.
**
Di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, parlamentera HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hat girtin û di heman rojê de hat serbestberdan.
**
Di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken hat serbestberdan.
**
Di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, berdevkê HDPyê Ayhan Bîlgen hat girtin.
**
Di 15ê Sibata 2017ê de Ferhat encû hat serbestberdan.
**
Di 17ê sibata 2017ê de Ferhat Encû dîsa hat girtin.
**
Di 21ê Sibata 2017ê de parlamenteriya hevseroka HDPyê, Fîgen Yûksekdagê hat betalkirin. Bi vê yekê hejmara parlamenterên HDPyê ji 59ê bû 58.
**
Dadgeha Cezayî ya Bazidê 5 meh cezayê girtinê da Selahattîn Demîrtaşî.
**
Di 6ê Adara 2017ê de polîsan parlamenterê HDPyê, Alîcan Onlû li Dadgeha Dêrsimê desteser kir(.EKN/MB)
(ÇT/MB)