Sebahat Tûncelê ji bo 8ê Adarê nameyek nivîsî
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Sebahat Tûncela hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk(DBP), 114 roj in ku di girtîgeha Sîlîvrîyê de ye. Tûncelê ji bo 8ê Adarê nameyek nivîsî.
Polîsan di 4ê Çiriya Pêşiyê de Tûncel hingavtibû û desteser kiribû.
Hin beşê nameyê ev in:
“8ê Adarê, roja Jinên Kedkar gelek giring e min gelek dixwest vê rojê bi we re li meydanan pîroz bikim. Lê ji ber êrîşên li berxwedana ji bo azadiya jinan û siyaseta me ya demokratîk îro ez li zindanan im.
“Dewra me dewrek e ku tûndkariya li jinan û destdirêjî bûye sîstematîk di vê dewrêde ji bo jin dengê xwe li hemî meydanan bilind bikin ji hemî deman zêde pêwîstiya hevgiriyê heye.
“Ez ji Girtîgeha Silîvrîyê silavan dişînim û li ser navê we roja jinên kedkar pîroz dikim.”
(ÇT/MB)