Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye bi rêya parêzerên xwe têkildarî hilbijartinê "Li ser navê jinên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ne" peyamek şandiye. Di peyamê de ji bo hilbijartina 14ê Gulanê gotiye dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
Tûncelê gotiye, “Em bang li her kesê ku ji rewşa heyî re dibêje ‘Êdî Bes e’ dikin ku di 14ê Gulanê de biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Em bi Partiya Çep a Kesk rêya demokrasî û azadiyê ava dikin.”
"Xwedî li dengên xwe derkevin"
Peyama Tuncelê wiha ye:
“Marên ku kirasê xwe neguherînin neçarî tunebûnê ne. Zîhniyet û îktîdarên ku xwe neguherînin jî neçarî têkbirinê ne. Hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo jiyaneke demokratîk, azadîxwaz, adilane û aştiyane ya Tirkiyeyê dê bibe destpêkek. Di 14’ê Gulanê de dê îradeya gel rê li ber guherînê veke. Banga me ji bo her kesê ku li hemberî rewşa heyî dibêje ‘Êdî bes e’ ew e ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Em, rêya demokrasî û azadiyê bi Partiya Çepên Kesk ava dikin.”(EMK/AY)