Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê, 28ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2015ê, dema ji bo daxuyaniya çapemeniyê li ber Mînareya Çarling a li Sûrê bû, bi guleyan hatibû kuştin. Hîna jî failên kuştina wî nehatine diyarkirin.
Tahîr Elçî îro wê li Amed û Stenbolê bê bibîranîn. Her weha li ser medyaya civakî jî ji bo vê rojê peyam tên weşandin.
Bahçene, yanındaki boşluğa gelip sonsuzluk uykusuna yatıncaya dek” savaş, çatışma, silah bizden uzak olsun” diyeceğim.#TahirElcisiz3yıl pic.twitter.com/lJodoFi0EA
— Türkan ELÇİ (@turkan_elci) 27 Kasım 2018
Seni unutmayacağız / Em te ji bîr nakin! #TahirElçisiz3Yıl pic.twitter.com/7kjyu5VYnq
— İHD Amed (@amedihd) 27 Kasım 2018
#TahirElçi
— Demokrasi İçin Hukuk (@DiHukukcular) 28 Kasım 2018
Em te ji bîr nakin
Seni Unutmayacağız!
Hukuk kurumları ile birlikte bugün, katledilişinin 3. Yılında Diyarbakır Baro Başkanı arkadaşımız Tahir Elçi'yi anıyoruz.
Yer: Bakırköy Adliyesi önü
Saat: 12:30 pic.twitter.com/m9TkK7nCuV
3 sal berê îro
— mehmet ali ertas (@temhemali_ali) 28 Kasım 2018
28 Mijdar2015
Serokê Baroya Amedê yê Berê #TahîrElçî dema li dijî talankirina dîrok, çand û nirxên mirovahiyê bi ber #MînareyaÇarLing a #Sûrê daxuyanî dida hat kuştin. pic.twitter.com/9BTgNC4azt
Me ji bîr nekir, emê jî bîr nekin.
— Feleknas Uca (@Feleknasuca) 28 Kasım 2018
#TahirElçisiz3yıl #TahirElçi pic.twitter.com/QrkpJqZrQp
“Diyarbakır ortasında vurulmuş uzanırım
— Baran GÜNEŞ (@brn_gunes) 28 Kasım 2018
Ben bu kurşun sesini nerde olsa tanırım”
Em te ji bir nakin
Seni unutmayacağız #TahirElçi pic.twitter.com/CS102OHIeM
Serokê Baroya Amedê #TahirElçi 3 sal berê li ber dehan kamerayan hate qetilkirin, lê kujerên wî hê jî nehatine dîtin.#TahirElçisiz3yıl pic.twitter.com/a4lA0NZ2Kr
— Pero DUNDAR (@perodundar) 28 Kasım 2018
Bernameya bîranînê ya Baroya Amedê îro saet di 10.00ê de wê dest pê bike. Tevahiya programê wiha ye:
Di dema lêpirsînê de çi bûye?
Di pêşniyarnameyê de derbarê lêpirsînê de ev zanyarî hatine parvekirin:
* Di lêpirsînê de heta niha 2 serdozger, 4 dozger hatine guhertin.
* Çar erkdarên hêzên asayişê yên di dîmenan de tê dîtin ku gule ber bi aliyê Elçiyî berdidin, di dosyayê de weke şahit hatine nîşandan.
* Di encama lêkolîna dîmenên kamerayên kargehên li kolanê de ti tiştek derneketiye. Dîsa dîmenên sê kamerayên Mardin Kebapeviyê ya li kolanê hatine berhevkirin lê kameraya çarem “nexebitiye” ku berê wê li hêla bûyerê bûye.
* Di dîmenên kameraya polîsan de 13 saniye kêm e ku di van dîmenan de dema kuştina Elçiyî tê dîtin.
* Digel ku parêzerên malbata Elçiyî serî li dozgeriyê dane, karta kamerayê ya polîsan nehatiye dîtin.
* Lêkolîna krîmînal li wan çekên 30 polîsan nehatiye kirin ku li kolana bûyer lê qewimî ye bûne. (AS/FD)