Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya operasyona ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê daye destpêkirin de polîsan vê sibehê bi ser malên rojnamegeran de girtine.
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuz li mala xwe ya li Îzmîrê hatiye desteserkirin û ew birine Rêveberiya Emniyeta Îzmîrê ku li Çankayayê ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan li mala xwe ya li Enqereyê hatiye desteserkirin û polîsan ew birine Rêveberiya Emnîyeta Enqereyê. Di serdegirtinê de polîsan dest danîne ser telefon û kompîtera Arslanî.
Rojnamevan Sîbel Yukler jî li Enqereyê di serdegirtina mala xwe de hatiye desteserkirin. Sedemê desteserkirina Yuklerê nehatiye zanîn û ew jî birine Rêveberiya Emniyetê a Enqereyê. (AS/AY)